TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN GOVENDEK BI NAVÊ ” ŞEHMARAN” LI REQAYÊ PÊŞKÊŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê govendek hunerî bi navê ” Şehmaran” pêşkêş kir.

13 jin ji endamên koma Govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn ev govend ku marateya govendên Wan û Amedê yên bakurê Kurdistanê di nav xwe de dihewîne, pêşkêş kirin.

Ev çalakî di çarçoveya piştgiriya destpêşxeriyên hunerî yên femînîst û xurtkirina hebûna jinan di qada çandî de hat pêşkêşkirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn hewlên xwe didomîne da ku qada çandî vejîne û berhemên ku beşdarî parastina mîratê dibin û rola jinan wekî hêmanek çalak di jiyana hunerî û civakî de xurt dikin, pêşkêş bike.

Share This Article