KONFERANSA YEKEMÎN A KOMÎNÊN KANTONA TEBQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa cîbicîkar ya kantona Tebqayê îro, konferansa yekemîn ya komînan li dar xist.

Konferans di bin dirûşmeya “Komîn şaneya bingehîn ya avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk e” bi amadebûna nûnerên hemû komînên kantonê hate lidarxistin.

Di konferansê de geşedanên siyasî hatin nirxandin û li ser çawaniya xurtkirina rola komînan nîqaş hatin kirin.

Beşdarên konferansê nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser aktîvkirina rola komînan kirin.

Di dawiyê de encamnameyek hate ragihandin û hate gotin, civakeke demokratîk bi rêya komînên çalak û rêxistinkirî dikare were avakirin.

Share This Article