Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmeke xiyabî 2 Şervanên QSD’ê bi bîr anîn.
Şervanên QSD’ê Rûmet Cîlo û Basil Qamis yên ku di berxwedana Efrînê ya 2018’an de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Islama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
