Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, 2 Şehîdên Bendava Tişrînê “Nûcan Gabar û Intîqam Qendîl oxirkirin û şehîdê HPG’ê Dijwar Nûrheq bi bîr anîn.
Girseya gel ji pêşiya Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir bi rê ket û li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestiya.
Merasîma Oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Mîdya Efrîn û li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemza Heleb axivîn.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza domandina xeta şehîdan nû kirin.
