Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Huner a Jinan li Reqayê amadekariyan dike ku di rojên pêş de şaxê xwe yê nû li Tebqayê veke.
Tevgera Hîlala Zêrîn armanc dike ji vê pêngavê ku çalakiyên xwe yên çandî û hunerî berfireh bike û hebûna jinan di warên afirîner de zêde bike.
Derbarê vê mijarê de Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê Semer Cuma ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku Şaxê nû dê çalakiyên çandî û hunerî li dar bixe.
Her wiha dê kargeh û dewreyên perwerdeyê yên bi armanca pêşxistina şiyanên jinan û nîşandana jêhatîyên wan di warên cûrbecûr de organîze bike.
