Mêrên kantonên Cizîr, Firat û Helebê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de daxwaz hate kirin ku hemû cureyên tundiya li dijî jinan bi dawî bibin û gelek pêngavên hişyarkirinê werin dest pê kirin
Li tevahî cîhanê, Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meş, xwepêşandan û çalakiyên cihêreng tên li darxistin.
Koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li Qamişlo dimînin ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan, daxuyaniyek dan.
Bi dehan Koçberên Efrîn û Şehbayê li stada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tundiya li dijî jinan ne tenê zirarê li wan dike, lê zirarek mezin li tevahî civakê dike, ku îro roj ji ber hedefgirtina jinan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve, civaka Sûrî jihevketî ye.
Her wiha daxwaz hate kirin ku hemû cureyên tundiya li dijî jinan bi dawî bibin û gelek pêngavên hişyarkirinê werin dest pê kirin.
Daxuyanî bi berzkirina diruşmên ” Jin Jiyan Azadî ” bi dawî bû25
Insiyatîva Azadiya Rêber Apo ya kantona Firatê bi armanca şermezarkirin tundiya li dijî jinan, daxuyaniyek da.
Bi dehan endamên înîsiyatîfê, rêxistinên jinan, nûnerên Weqfa Ol û Baweriyên Olî, li navenda înîsiyatîfê ya li bajarê Kobanî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniya Insiyatîvê de hate diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan her dem di nava kar û xebatê de bû.
Her di daxuyaniyê de hate gotin ku bi saya felsefeya Rêber Apo, jin gihiştin azadiya xwe û êdî di nava saziyên Rêveberiya Xweser û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rolekî sereke radibin.
Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên ” Bijî Serok Apo ” û ” Na ji Tundiya li dijî jinan ” bi dawî bû.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi nêzîkatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan daxuyaniyek da.
Bi dehan şêniyên herdu taxan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li çarxareya Şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Bikaranîna tundûtûjiyê li dijî jinan ji zayendperestiyê tê, ku tê de kes li gorî zayenda xwe neheqî li wan tê kirin.
Di daxuyaniyê de banga Zêdekirina beşdariya jinan di jiyana siyasî, civakî û aborî de û berçavgirtina hevkariya di navbera jin û mêran de wekî rêya pêşxistina civakan û bidestxistina serkeftin û azadiyê ji bo her du zayendan hate kirin.
