Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê di civîneke xwe de, avakirina Meclisa Jîngehê ya kantona Reqayê ragihand.
Civîn bi beşdariya Desteya Serokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk, endam û hevserokên Desteya Jîngehê, Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanên şehîdan, bendên Qanûna Jîngehê ji beşdaran re hatin xwendin, beşdaran jî nêrînên xwe der barê de parve kirin.
Piştre, ji bo erkdarkirina hevserokên meclisê, hilbijartin hatin destpêkirin. Piştî dengdanê “Mu’eyed El-Hac û Emel Ebas” bûn hevserokên Meclisa Jîngehê ya Kantona
Reqayê.
