Komîteyên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundîn yên Helebê û Wezareta Hundirîn a hikûmeta veguhêz a Sûriyê Kolana Eşrefiyê ya ku ber bi taxa Şêx Meqsûd ve diçe vekirin.
20’ê Cotmehê şandeyek ji QSD’ê û şandeyek ji hikumeta veguhêz a Sûriyê li Tebqayê hevdîtin kiribûn. Her du aliyan rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîqaş kirin û girîngiya çareseriyên aştiyane ku ewlehiya sivîlan mîsoger bike destnîşan kirin.
7 rêyên sereke hene ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girê dide. Piraniya wan taxan di 6’ê Cotmehê de hatin girtin.
Lê piştî xwepêşandanên gel 3 rê tenê hatibûn vekirin. Îro jî rêya Telet Eşrefiyê hat vekirin. Lê rêya çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Cendûl û rêya Cizîrê girtî ne.
