6’emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir di roja duyemîn de li bajarê Kobanê didome.
Komîteya amadekar dibêje, pêşniyara vekirina festîvalê ya Şehîd Bawer Agir bûye.
6’Emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve li bajarê Kobanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome.
Roja duyemîn a Festîvalê bi daxuyaniyekê dest pê kir piştre 7 Tîmên werzîşê yên cuda beşdar bûn û pêşbirk hatin lidarxistin.
Endamê Komîteya amadekar a Festîvala Şehîd Bawer Agir, Mihemed Ebdî behsa çalakiyên roja duyem a festîvalê kir.
Hevseroka Meclîsa Werzîşê ya Kantona Firatê Rule Feyad jî şehîd Bawer Agir bi bîr anî û diyar kir ku çêkirina vê stadyumê pêşniyara şehîd Bawer bû.
Li gorî Komîteya amadekar a Festîvala Şehîd Bawer Agir wê festîval heta seat 7’an dewam bike û dê çalakiya dawî maçeke Fotbolê di navbera tîmên Kobanê û Serdem de be.
