Koçberên bajarê Girê Sipî yê dagirkirî bi derbasbûna 6 salan ji rêwîtiya koçberiyê di kampan de axivîn û behsa rêwîtiya wan a 6 salan di kampan de kirin.
Koçberan daxwaza kirin ku di demeke nêzîk de bi ewle û rûmet vegerin ser cih û warê xwe.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û di encama van êrîşan de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Piştî dagirkirina herdû bajaran, gelek guhertinên demografî çêbûn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û malbatên wan li şûna niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin bicihbûn.
Koçberên Girê Spî yên di kampên herêmê de dimînin behsa rêwîtiya 6 salan di hundirê van kampan de dikin.
Li aliyekî din koçberên Girê Spî tekez kirin ku heta vegerek bi ewle li ser xaka xwe, ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.
Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîlan ku ji wan 100 hezar ji Girê Spî ne koçber kirin.
Heta niha û ruxmî ku peymana 10’ê Adarê jî hat imzekirin ku yek ji bendên wê vegera bi ewle ya koçbera bû, lê hîna hikumeta Veguhêz a Sûriyê tu gavên cidî derbarê de neavêtine.
