Ji bo peydakirina avê li bajarê Kobanê, Gerînendeya Avê ya bajêr dest bi avakirina hawizek avê kir.
Gerînendeya Avê ya Şaredariya Gel a Kobanê projeya avakirina hawizekî avê li navçeya Pîşesaziyê ya bajêr da dest pê kirin.
Hawiz 140 metrekup avê dihewîne û da ku pêdiviyên avê yên navçeyê û derdora wê peyda bike, dê bi tora ku berê hatiye amadekirin ve were girêdan.
Hevseroka Gerînendeya avê ya bajarê Kobanê Zozan Xelîl ji Rojava Tv re diyar kir ku ew di pêngava yekemîn de dixebitin û dê pêngava duyemîn a projeyê di sala 2026’an de pêk bînin.
