BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HELEBÊ KOMPLOYA DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş di bin diruşmeya “Bi projeya Aştî û Civaka Demokratîk em ê Komploya Navnetewî têk bibin” hat li dar xistin.

Meş ji hola civînan ya 8’ê Adarê li taxa şêxmeqsûd bi rêket û li çarxereya zeytonê ya li taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk û Meclisa PYD’ê ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku Têkoşîna Îmraliyê bûye binyada zanîn, raman û rastiyê, her wiha çavkaniya aştî û azadiyê ye.

Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article