LEHENGIYA Ş.ÇIYA RIZGAR A LÎSTOKÊN HÊZÊ BI XELATKIRINA WERZÎŞVANÊN BEŞDAR BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Li meydana lîstîkgeha giştî ya Kantona Reqayê, Lehengiya Ş. Çiya Rizgar ya Lîstokên Hêzê ya xort û jinan, bi xelatkirina werzîşvanên beşdar bi dawî bû.

Di lehengiyê de, gelek lîstik hatin pêşkêşkirin, di nav de: Beza 100 metrî, Beza 200 metrî, Beza 400 metrî û Avêtina Goga Hesinî.

Di warê rêzbendiya tîman de, Tîma kantona Cizîre asta yekem bi dest xist, Tîma Kobanê asta duyemîn bi dest xist, û di asta sêyem de Tîma Reqayê cih girt.

Di dawiya lehengiyê de, lîstikvanên serketî û rahênerên ku beşdarî amadekirina lîstikvanan bûne, hatin xelatkirin.

Share This Article