KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK AVAKIRINA SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo ku nêrîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî bîne ziman çalakiyek li bajarê Qamişlo lidarxist.

Bi dehan Nûnerên saziyên civaka sivîl û siyasî li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mela Mihemedê Xerzanî belgeyek xwend ku Tê de nêrîna giştî ya ji bo çareseriya rewşa li Sûriyê li ser esasê edalet û wekheviyê hate nirxandin.

Her di çalakiyê de bingeha avakirina jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan hate nirxandin.

Mela Xerzanî di dawiyê de bang li hemû aliyan kir ku destûreke nû ya xwe dispêre rêgezên demokrasiyê û mafê derbirînê ji her kesî re bi cih bîne, esas bigirin.

Share This Article