Di çarçoveya başkirina jêrzemîna çandiniyê, Desteya Çandinî û Aboriyê ya kantona Reqayê, li ser pirojeya “Wadî Mengelan” dixebite.
Di pirojeyê de 3 hezar mitre kap ji axê hate rakirin, ji wê 600 mitre kap ji bo avakirina bendekê hat veguhstin. Li gel wê rêya herikîna avê hat çêkirin û boriyên kanalîzasiyonê jî hatin danîn.
Piştî wê 180 mitre kap ji kevirên bazilt di erda projeyê de hatin danîn û li ser wê 90 CM ji çemetoyê hat lêkirin
Li gorî berpirsên pirojeyê, piroje di qonaxa xwe ya dawî de ye û dê di demeke nêz de bi dawî bibe.
