Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên ji bo hêsankirina vegera koçberan, Koma duyem a koçberên li kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê, ber bi herêmên xwe ve bi rê ketin.
Koma duyem a koçberan ji 15 malbatên ku hejmara wan 55 kes in pêk tê. Ev koma koçberan ji şêniyên gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo vegera vê komê, 14 kamyon, 6 mînîbus û otobusek terxan kir.
Koma yekem a koçberan ku ji 10 malbatên ji gundewarên Dêrazorê, Hums û Hemayê pêk dihat, 26’ê Tebaxê ji kampê derketibû.
