LI HEMBER REVANDIN Û BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN DE BERTEK ZÊDE DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî revandina jinan û binpêkirinên di derheqê wan de; Endama Koordînasiyona Kongra Star a bajarê Helebê “Fehîma Hemo” ji Rojava TV axivî.

Fehîma Hemo diyar kir ku jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di bin gefên Hikûmeta Veguhêz de ne.

Ji destpêka ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyê hatiye ser desthilatê ve; buyerên revandina jin û zarokan, kuştin, dizî û talankirin berdewam in.

lê heta niya jî hikumeta veguhêz tu bertek li hember van bûyeran nîşan nedaye, tu çareserî jî pêşkêş nekiriye û di bêdengiya xwe de berdewam e.

Têkildarê mijarê Endama Koordînasiyona Kongra Setar a bajarê Helebê Fehîma Hemo diyar kir ku li berava sûriyê û siwêdayê bi sedan jinên elewî û dirzî hatin revandin.

Her wiha Fehîma Hemo anî ziman ku jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, di bin gefên Hikûmeta Veguhêz de ne.

Herî dawî du jinên ciwan dema ku di rêya Dêr Hafirê re dixwastin derbasî bajarê Helebê bibin, hatin revandin.

Saziyên jin ên li herêmê, ev kiryar şermezar kirin û li bang li Hikûmeta Veguhêz kirin ku çarenûsa wan diyar bike.

Share This Article