Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di bin dirûşmeya (Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, Garantiya Avakirina Sûriyeya Nûjen e) li bajarê Hesekê, Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn li dar xist.
Beşdarên forumê diyar kirin ku, armanca wan avakirina Sûriyeke pirreng û demokratîk e.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di bin dirûşmeya (Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, Garantiya Avakirina Sûriyeya Nûjen e) li bajarê Hesekê, Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn li dar xist.
Nêzî 120 kes ji siyasetmedar, rewşenbîr, endamên rêxistinên jinan, çalakvan û serokeşîran beşdarî Forumê bûn.
Di forumê de “Rewşa siyasî ya giştî û rojev û projeyên li Rojhilata Navîn”, “Sûriye piştî hilweşîna rejîma Baasê”, girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û “Pêvajoya aştî û civaka demokratîk û asoyên çareseriya Sûriyeyê” hatin nîqaşkirin.
Beşdarên forumê diyar kirin ku, armanca wan avakirina Sûriyeke pirreng û demokratîk e.
Di dawiyê de beşdarên forumê nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin û tekezî li ser avakirina welatekî wekhev kirin.
