LI HESEKÊ ŞEHÎDÊN HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Erka Xweparastinê, merasîma bibîranîna şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li dar xist.

Merasîm bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan ên ji deverên cuda yên herêmê û fermandarên hêzên leşkerî li Hola Serdemê ya li bajarê Hesekê pêk hat.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Gulîstan Cafo û Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivîn.

axêveran behsa fedakariyên şehîdan kirin, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza tolhildanê nû kirin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û helbestvan Ferhad Merdê jî helbest gotin.

Share This Article