Meclisa Jin a Sûriyê salvegera damezirandina xwe ya 8’emîn bi şahiyeke Girseyî li Qamişlo pîroz kir.
Beşdarên şahiyê diyar kirin ku weke Meclisa Jin a Sûriyê rixmî hemû aloziyên heyî wan karibû xwe bighînin tevahî jinên Sûriyê û ofîsên xwe ava bikin.
Di bin diruşmeya “Encûmena Jinan, bîranînek niha û vîzyonek pêşerojê ji bo avakirina Sûriyeyek nû” Meclisa Jin a Sûriyê 8’emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir.
Bi sedan endamên Rêxistinên jinan, Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriyê, Kongra Star û saziyên civaka Sivîl li Hola Burc ya Qamişloyê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê jinên beşdar ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku wek Meclisa Jin a Sûriyê rixmî hemû aloziyên heyî wan karibû xwe bighînin tevahî jinên Sûriyê û ofîsên xwe ava bikin.
Her wiha jinan anîn ziman ku îro jinên Sûrî xwe berpirsyarên şoreşa Sûriyê dibînin û ji bo azadiya jinên Sûriyê gelek kar û xebat dan meşandin.
Şahiya 8’emîn salvegera damezirandina Partiya Jin a Sûriyê bi pêşkêşkirina komên stran, mûzîk û govendan ji berhemên xwe re, bi dawî bû
