BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK NEXŞERÊYA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ DATÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Endama Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo Rojiyan Hisên got, PKK’ê û gelê Kurd hemû erkên xwe cî bi cî kirin, lê dewleta Tirk hîna ti gavên pratîkî neavêtine.

Her wiha da zanîn ku, Hişmendiya dewleta Tirk dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO piştî kongreya PKK’ê û merasîma çekşewitandinê, derbasî qonaxeke nû bû.

Di vê qonaxê de çavê hemû aliyan li gavên desthilatê ye û guhertinên ku pêwîst e cî bi cî bike.

Endama Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo Rojiyan Hisên got, PKK’ê û gelê Kurd hemû erkên xwe cî bi cî kirin, lê dewleta Tirk hîna ti gavên pratîkî neavêtine.

Her wiha da zanîn ku, Hişmendiya dewleta Tirk dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Ji bo çareserkirina doza gelê Kurd komîsyonek li parlamentoyê hatiye avakirin, lê heta niha ew komîsyon karên xwe bi sîst dike.

Share This Article