Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên Efrînî, sersaxî dan malbata şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Ciwan Efrîn û gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Gulnaz Karataş.
Merasîma sersaxiyê ya her du şehîdan li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûda Xerbî hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star Reyhana Elo axivî û diyar kir, fedakariyên şehîdan hişt ku yekrêzî pêk were û her bihostek ji axa Kurdistanê bibe xaka pîroz.
Di dawiyê de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber dengê qeydkirî yê şehîd Gulnaz Karataş, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwastin.
