MSD’Ê ALOZIYA SÛRIYÊ Û REWŞA HEYÎ YA HERÊMÊ BI SEMÎNEREKÊ LI REQAYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê derbarê aloziya Sûriyê û geşedanên herî dawîyê de, semînerek li Reqayê li dar xist.

Semîner bi sernavê “Nêrîneke stratejîk ji Sûriyeyê re û qonaxa dema pêş” hat li dar xistin.

Bi dehan Kesayetên siyasî, civakî û endamên saziyên civaka sivîl li navenda MSD’ê ya li Reqayê beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, aloziya li Sûriyeyê, geşedanên siyasî û aborî yên heyî, her wiha nêrîna MSD’ê di çareseriya siyasî ya aloziya li Sûriyeyê de hatin nirxandin.

Her wiha hate gotin ku aramî li tevahî Sûriyê bêyî pêkanîna edalet û naskirina mafê hemû pêkhateyan, pêk nayê.

 

Share This Article