Akademiya şehîd Ehmed EL-Elî ya li kantona Reqayê bi merasîmekê 2 dewreyên Erka Xweparastinê ya bi navê şehîd Ciwan û Şehîd Mihemed Burkan bi dawî kirin.
Rêveberê Akademiya Şehîd Cemal, Şiyar Kobanê diyar kir ku di nava dewreyê de semînerên Fikirî, îdeolojî û leşkerî hatin dayîn.
Akademiya şehîd Ehmed EL-Elî ya li kantona Reqayê bi merasîmekê 2 dewreyên Erka Xweparastinê bi navê şehîd Ciwan û Şehîd Mihemed Burkan bi dawî kirin.
Merasîm bi beşdariya 100 Endamên Erka Xweparastinê, Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şervanan hat sazkirin.
Merasîm bi toraneke leşkerî ji hêla Endamên derçûyî yên Erka Xweparastinê ve dest pê şkir.
Ji nava merasîmê Rêveberê Akademiya Şehîd Cemal, Şiyar Kobanê diyar kir ku di nava dewreyê de semînerên Fikirî, îdeolojî û leşkerî hatin dayîn.
Her wiha Endamê Erka xweparastinê Nazim Ehmed Eyûb anî ziman, ji erkê her welatiyekî ye ku xwedî li rêya şehîdan derkeve û axa xwe biparêze.
Di dawiya merasîma derçûnê ku 2 mehan dewam kir de, sitran hatin gotin û govendên gelêrî hatin gerandin.
