LI REQAYÊ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA WENDAHIYÊN BI DARÊ ZORÊ ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya 30’ê Tebaxê roja cîhanî ya wendahiyên bi darê zorê, Platforma malbatên wendahiyan ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê çalakiyek li dar xist.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên wendahî û qurbaniyan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pêşangeheke taybet bi wendahiyên şer hate vekirin û wêneyên qurbaniyan hatin pêşandan.

Di çalakiyê de axaftin li ser navê Platforma malbatên wendahiyan hate kirin û hate gotin, ew doza wendahiyan dişopînin.

Her wiha hate diyarkirin, heta çarenivîsa temamê wendahiyan were dabînkirin ew ê bixebitin.

Share This Article