Ji bo parastina jin di civakê de, Mala jin , edaleta jin û rêxistina sara panêlek li hola Nêrgiz ya li bajarê Qamişlo li darxistin.
Panel bi beşdariya meclisa malbatên şehîdan, kongra star, mala jin, hêzên ewlekariya hundrîn, sazî û dezgehên jin hat sazkirin.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
piştre derbarê kiriyarên derheqê jinan de û karûxebatê mala jin ên ji bo parastina jinan hat nîqaşkirin.
Hat gotin ku, jin stûnê bingehîn a civaknin, ji bo parastina jinan di civakê de divê asta têkoşînê bilindtir bibe.
di dawiyê de Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.
