Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya Helebê bi daxuyaniyekê kuştina jinên Sûrî şermezar kir.
Rêxistina Sara got, çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi kuştina jinan yasa û zagonên navdewletî bin pê dike.
Her wiha Rêxistina Sara daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku destwerdanê bikin û kuştina jinan rawestînin.
Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Di dawiyê de bang li jinan kir ku asta têkoşînê li hember tundiyê mezin bikin.
