ŞÊNIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ 2 ŞEHÎDÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeya 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilşêr Heleb û Welîd Ehmed oxir kirin.

Karwanê şêniyan ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd ber bi pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şeqeyifê ve bi rê ket.

Di merasîmê de, piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin li ser malbatên her dû şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat kirin û tekezî bi bilindkirina asta berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê hat kirin.

piştî axaftinan Wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.

Share This Article