MECLISA JIN A PYD’Ê LI REQAYÊ REWŞA JINAN LI SÛRIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Reqayê îro ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyê, panelek li dar xist.
Panel bi dirûşma” ji Reqayê..dengê jinan ji bo Sûriyeke demokratîk” li hola parêzeran li dar ket.
Di panelê de xaftin hatin kirin ku tê de behsa girîngiya rola jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de, yekkirina hewildanên jinan li Sûriyê hat kirin.
Paşê rewşa siyasî ya jinan li Sûriyê, rastiya beşdariya jinan di cihên biryardanê de, Rêbazên zêdekirina beşdariya jinan di jiyana siyasî û civakî de û mekanîzmayên bidestxistina wekhevî û edaletê di civakê de hatin nîqaşkirin.
Panel bi nîqaş û pêşniyarên ku tekeziyê li ser berdewamiya xebata hevbeş a ji bo pêşerojek demokratîk dike, bi dawî bû.

Share This Article