Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Heleb û Reqayê bi daxuyaniyên cuda, êrîşên li dijî Durziyên li Siwêdayê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de banga têkoşîna hevpar li civaka navneteweyî û gelên herêmê hate kirin.
Di 13’ê Tîrmehê de li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê bi piranî Durzî ne, di navbera çekdarên herêmî û komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de şer derketiye.
Derbarê vê yekê de, partiyên herêmê li hemberî van êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê ji bo şermezarkirina van komkujiyan, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ev êrişên li dijî avabûna Sûriyeya demokratîk ku yekitiya hemû gelan diparêze, xeteriyeke mezin e.
Her wiha hate diyar kirin ku Ji bo aramiya heremê, gelê Durzî li ber xwe dide û parastina xwe ya rewa bikar tîne.
Meclisê di dawiyê de bang li hemû hêzên Sûriyeyê kir ku pirsgirêkan bi rêya dîyalogê çareser bikin.
Li aliyekî din jî, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Helebê êrîşên hikumeta veguhêz ya li dijî durziyên li Siwêdayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sekina jinan bi taybet dayika Fewziye Fexredîn El Şaranî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî jin bangekî xweparastin û rêxistinkirinê ye.
Her wiha hate gotin ku ev êriş binkeftina domdar a parastina pêkhateyên Sûriye û mîsogerkirina ewlehî û rûmeta wan nîşan dide.
Meclisê di dawiyê de bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî kir ku li hemberî van êrîş û komkujiyan, erkê xwe yê mirovî pêk bînin.
