LI REQAYÊ JI BO PÊŞXISTINA CIWANAN DI QADA SIYASÎ DE KOMXEBATEK LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya kantona Reqayê îro ji bo pêşxistina ciwanan di qada siyasî de, komxebatek li dar xist.

Komxebat di bin diruşmeya ” Di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israr ” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li hola Meleb ya Reqayê tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û girîngiya belavkirina hişmendiya siyasî di nava ciwana de hat vegotin.
Her di komxebatê de, peyvên di Manîfestoya Rêber Apo ya 5’an de hatine nivîsandin, hatin şîrovekirin.
Komxebat bi vekirina deriyê pirs û nîqaşan, bi dawî bû.

Share This Article