TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN LI REQAYÊ JI BO JINAN PERWERDEYEK MÛZÎKÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê ji bo perwerdekirina jinan li ser amûrên mûzîkê, perwerdeyek vekir.

Di perwerdeyê de, nêzî 34 jin ji hemû temenan ku ji Reqayê û gundewarên wê ne beşdar bûn.

Jinên di perwerdeyê dê li ser amûrên wek Ûd, Gîtar, Keman û Tembûrê werin perwerdekirin.

Perwerde wê heya heyvekê dewam bike.

Li gorî Tevgera Hîlala Zêrîn armanc ji perwerdeyê pêşxistina jinan di hemû warên jiyanê û bi taybet warê Mûzîkê de ye.

Tevgera Hîlala Zêrîn ji destpêka damezrandina xwe ve li ser pêşxistina jinan di qada çand û hunerê de kar dike .

Share This Article