Li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyeke hunerî hat lidarxistin.
Çalakî bi diruşmeya “Em ê ji afirîneriya hunerî jiyana komunal ava bikin û li Kurdistana azad em ê Rêber Abdullah Ocalan hembêz bikin”, hat lidarxistin.
Bi dehan şênî, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de hevserokê TEV- ÇAND’ê Xelîl Tehlo axivî û got, banga Rêber Apo ne tenê ji bo pêkhateya Kurd e, lê tevahî pêkhateyên civaka demokratîk di nava xwe de dihewîne.
Piştre komên hunerî derketin ser dikeyê û berhemên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.
