yekîtiya şaredariyan karê ziftkirina û firehkirina 100 kîlometreyî ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de dewam dike.
ew proje jî 2’emîn mezintirîn pojeya ziftkirin û firehkirina riyan pişt riya Ebyed Reqa ye û lêçûna wê 22 mîlyon dolar e.
Yekîtiya şaredariyan bi hevkariya kampaniya şemal dest bi mezintirîn Projeya firehkirin û ziftkirina rêyan piştî riya Ebyed – Reqa kiriye.
Ew proje jî zifitkirina û firehkirina rêya 100 kîlometreyî di navbera Qamişlo û Dêrikê de ye ku Sibata 2022’an hatibû destpêkirin.
Ji destpêka sala 2025’an de tîmên ku di projeyê de dixebitin, karê xwe dan destpêkirin û lêçûna pirojeyê 22 mîlyon dolar e.
Berpirsê pirojeyê Mihemed Hesen Ji Rojava Tv re behsa pirojeyê û qonaxên wê yên kar dike.
Li aliyekî din jî Endizyar Xalid Yasîn da xuyakirin ku ew rojane pirojeyê dişopînin û lêkolînan derbarê ziftê de çêdikin.
Rêya 100 kîlometreyî xizmeta zêdetirî 500 gund û gelek bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişl, dike.
Piroje sala 2022’an hatibû destpêkirina lê ji ber êrîşên dagirkeriya tirk hatibû rawestandin û niha kar li ser temamkirina rê tê kirin û li gorî berpirsan piroje wê nêzî sê salan dewam bike.
