Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girîngiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê nirxandin.
Ciwanên PYD’ê diyar kirin ku dewleta Tirk bi nêzîkatiyên xwe yên li hember Rêber APO pêvajoyê dereng dixe.
Zêdetirî 26 sala ye Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha li îmraliyê tê girtin, tevî ku di 27’ê sibatê de rêber Apo bi rêya dem partiyê re banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û li gorî xalên bangê PKK’ê jî dawî li têkoşîna xwe yê çekdarî anî, lê ta nih Rêber APO ji mafê xwe yê hêviyê bê pare.
Di vê çarçoveyê de endam û berdevkên Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girîngiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê nirxandin.
Ciwanên PYD’ê diyar kirin ku dewleta Tirk bi nêzîkatiyên xwe ya li hember Rêber APO pêvajoyê dereng dixe.
Her wiha Ciwanan anîn ziman ku têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê hêz dide ciwanan da ku ew jî li herêmê xwe birêxistin bikin.
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ya 27’ê sibatê ne tenê li ser Kurdistan û Tirkiyê, lê belê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî kir û ew derbasî qonaxeke nû kir.
