Bi armanca pêşxistina sîstema hevserokatiyê û bihêzkirina xebata jinan di hemû saziyan de, Kongreya Star Konfreansa hevserokatiyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Konfreans bi beşdariya zêdeyî 300 delegeyî ji saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên leşkerî û civakî hat lidarxistin.
Di konfiransê de belgeya sîstema Hevserokatiyê hate xwendin û nîqaşli ser hat kirin.
Ji nava konfiransa hevserokatiyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya demkratîk PYD’ê Xerîb Hiso behsa sîstema hevserokatiyê ya li bakur û rojhilatê sûriyê kir.
Seroka Desteya Jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl jî destnîşan kir ku di sîstema Hevserokatiyê de jinan rola xwe di civakê de nas kir.
Di dawiya konfiransê de Rewşa siyasî hate nîqaşkirin piştre derfet ji beşdaran re hat dayîn da ku nêrîn û nirxanidinên xwe parve bikin.
Ev konferans di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongra Star ên ji bo gotûbêjkirina sîstema hevserokatiyê de hatiye lidarxistin.
