JIN SÎMAYÊN NASNAMEYA XWE Bi RIYA HUNERÊ DIDIN PÊŞ

Rojava Tv
1 Min Read

Di 17’ê Hezîranê de bin dirûşmeya Em “Sîmayên Nasnameya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin” 9’emîn pêşengeha Rojava ya hunera şêwekariyê li bajarê Qamişlo destpêkir.

şêwekarên ku tevlî pêşengehê bûne behsa wateya tabloyên xwe dikin ku tê de filiklora kurdî nîşan dide.

9emîn pêşengeha Rojava ya hunera şêwekariyê ku di bin dirûşmeya Em Sîmayên Nasnameya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin,di roja 3’an de li navenda mihemed şêşo ya bajarê qamişlo dewam dike.

di wê pêşengehê de 68 şêwekar bi 74 taboloyên cûr be cûr beşdarin û rengê jinê jî li wir serwer e.

jinan bi rengekî cûda, bedewbûna xweza û jiyana jina kurd di tabloyên xwe de xêz kirin e.

şêwekar Sûzan Ebas behsa wateya tabloya xwe dike ku tê de filiklora kurdî nîşan dide.

şêwekar rojîn mihemed jî kêfxweşiya xwe bi beşdarbûn jin ya nava pêşengehê tîne ziman û dibêje ew 3 salin beşdarî vê pêşangeha salane dibe.Hunera şêwekariyê ne tenê bedewî lê di heman demê de wateya rengê hemû şêweyê jiyana jinê û hestên wê derdixe pêşkêş.

Share This Article