ŞEHÎD FERHAD DÊRIK DI SALVEGERA ŞEHADETA XWE DE HAT BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ji bo salvegera 3’emîn a şehadeta yek ji pêşeng û damezirînerê Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik, malbat, hevl û hezkiriyên wî berê xwe dan goristana Ş.Xebat Dêrik û ew bi bîr anîn.

Di çalakiya bîranînê de, meclisa malbatên şehîdan, nûnerên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û malbata şehîd ferhad amade bûn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û piştre axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan hat kirin.

Di axaftinan de, behsa jiyana şehîd ferhad û têkoşîna wî ya demdirêj ji bo azadiya gelê Kurd hate kirin.

Her di axaftinan de hat destnîşan kirin ku şehîd Ferhad bi kesayeta xwe karîbû heskirina hemû pêkhateyên herêmê bi dest bixe.

Ş. Ferhad Dêrik 17’ê Hezîrana 2022’an di encama êrişa balafireke bêmirova dewleta Tirk li dijî herêma Klara ya Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê de tevî 3 hevlên xwe şehîd bûn.

Share This Article