Bi serperiştiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hemhengiya li gel Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, îro 9’emîn pêşangeha Rojava ya hunera şêwekariyê li bajarê Qamişlo li dar ket.
Rojava TV pêşangeh di roja xwe ya yekem de şopand û ev rapor amade kir.
Di bin dirûşmeya “Bi Rengên Rojava Em Nasnameya Xwe Xêz Dikin” Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemhengiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê 9’emîn pêşangeha Rojava ya hunera şêwekariyê li dar xist.
Di pêşangehê de şêwekarên piraniya kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn, û tiştê ku geşbûna pêşangehê hîn bêtir zêde kir, beşdarbûna zelal a şêwekarên ciwanan di vê werzê de bû.
Wekî her car, Rojava TV atmosfera vekirin û roja yekem a pêşangehê şopand û ji amadekaran bêtir agahdarî li ser pêşangehê wergiritin
Şêwekarên beşdar kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina vê pêşengehê anîn ziman, û ev gav wekî rêyek ber bi eşkerekirina behremendiya ciwanan anîn ziman.
Li gorî amarên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê , 68 şêwekarên jin û mêr beşdarî pêşangeha îsal dibin û tê payîn ku pêşangeh heta 19’ê Hezîranê bidome.
