ZANÎNGEHA KOBANÊ JI BO BANGA DÎROKÎ YA RÊBER APO PANELEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê banga dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan a ” Aştî û Civaka Demokratîk ” li Kobanê Panêlek hat li dar xistin.

Panêl ji aliyê Zanîngeha Kobanê li ser çareserî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên Siyasî, mamoste û xwendekarên zanîngehê li hola rewşenbîr Ehmed Ibrahîm a zanîngehê tevlî panêlê bûn.

Di panêlê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku banga aştî û civaka demukratîk ya rêber Apo riya çareseriya hemû aloziyên ku li Rojhilata Navîn diqewimin.

Her wiha bi riya Zoomê jî parêzerên Rêber Apo, parlementerê Dem Partî Omer Ocalan û Berdevkê kampaniya navnetewî ya azadiya Rêber Apo beşdarî panelê bûn.

Share This Article