ŞÊNIYÊN HESEKÊ BI MEŞEKÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan Şêniyên bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Meşevanan diyar kirin ku ji bo aştî pêk were divê destpêkê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.

Şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo, rojane di nava têkoşînê de ne .

Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber APO meşek girseyî li dar xistin.

meş ji Çerxerêya Kevokê ya li bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.

Beşdaran ji Rojava Tv re diyar kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê hemû rojên xwe bikin têkoşîn.

Her wiha Beşdaran tekez kirin ku Ji bo aştî pêk were divê di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe.

Meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li bajarê Hesekê li dar ket, bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article