CENAZEYÊ ŞERVANÊ QSD’Ê RAID CUMA EL ELÎ LI TIRBESPIYÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Raid Cuma El ELî li goristana şehîd Dilşêr oxir kirin.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Raid Cuma El ELî bi nasnav ( Goran) li kantona Dêrazorê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê, saziyên Rêveberiya Xweser, meclîsa malbatên şehîdan beşdarî merasîma oxirkirina şehîd bûn.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan, QSD û Kongra Îslama Demokratîk ve hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîda re hat xwastin.
Paşê wesîqeya şehadetê hat xwandin û radestî malbatê hat kirin.
cenazeyê şehîd Raid Cuma El ELî bi tilêliyên dayikan û dirûşmên şehîd namirin, hat veşartin.

Share This Article