13’ê vê mehê serokê Amerîkayê Donald Trump li Erebistana Siûdiyê ragihand ku, dê cezayên li ser Sûriyê rake, lê ta niha guhertineke berbiçav di nirxê lîreya Sûrî de çênebûye.
Aborînasê ji bajarê Hesekê Rênas Seydo dibêje, ji ber şerê li Sûriyê û sepandina cezayan ya li ser tevahî qadên jiyanê nirxê lîreya Sûrî têk çû.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve û bi taybetî piştî sepandina cezayên aborî yên li ser Sûriyê, nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê amerîkî têk çû.
13’ê vê mehê serokê Amerîkayê Donald Trump li Erebistana Siûdiyê ragihand ku, dê cezayên li ser Sûriyê rake, lê ta niha guhertineke berbiçav di nirxê lîreyê de çênebûye.
Aborînas Rênas Seydo sedemên têkçûna nirxên lîreya Sûrî vedibêje.
Aborînas Rênas Seydo dibêje, piştî axaftinên serokê Amerîkayê Donald Trump yên rakirina cezayan jî, lê ta niha ti guherin di nirx de pêk nehatine.
Ji ber şerê navxwe yê Sûriyê piraniya jêrxaniya wê ya aborî têk çû û welatiyên wê ketin jêr hêla hejariyê de. Niha jî çavên Sûriyan li rakirina cezayên Sîzerê ye, lê pêwîstiya wê bi dengên senatorên amerîkî heye.
