NIVÎSGEHA JINAN A KOMÎTEYA ŞAREDARIYAN A MINBICÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha jinan a komîteya şaredariyan a Minbicê îro, bi beşdariya bi dehan endaman civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de destpêkê rewşa herêmê û geşedanên siyasî yên dawiyê hatine nîqaşkirin.

Paşê karûxebatên jinan a ku di nava salakê de hatine kirin, weke rapor hatiye amadekirin û bi berfirehî hatiye nîqaşkirin.

Her wiha rewşa rêxsitinî û astengiyên ku jin tê re derbas dibin jî bûne mijarên nîqaşên civîna salane û çawaniya derbaskirina wan astengiyan jî hatine nîqaşkirin.

Li gorî rêveberên nivîsgeha jin wan bi temamî xwe amade kirine, da ku pêşwaziyê li sala nû bikin û karê xwe berdewam bikin.

 

Share This Article