DESTEYA TENDURISTIYÊ Û KORDÎNASYONA TEV-DEM REWŞA NAVENDÊN CIWANKARIYÊ NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Tenduristiyê û Koordînasyona TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina sîstema nû ya navendên ciwankariyê û heqdestên bijîşkî civînek lidarxistin.
Civîn li gerînendeya Karûbarên Bijîşkî ya li bajarê Qaimşlo li dar ket, û tê de bi dehan bijîşk, dermansaz û Nivîsgeha Rûxsetan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Di civînê de nîqaş li ser sê mijarên sereke weke: bicîhanîna qanûna navendên ciwankariyê, pênasekirina klînîkan û nûkirina rêziknameya hundirîn ya karê bijîşkî hate kirin.
piştî nîqaşan, çawaniya ruxsetkirina navendên ciwankariyê û pirsgirêkên ku derdikevin, hate çareserkirin.

Share This Article