Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.
Operasyon ji aliyê hêzên leşkerî ve bi lêgerîn û paqijkirina beşên di kampê de berdewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD îro bi daxuyaniyekê bi armanca pêşîgirtina li ber kiryarên terorî yên şaneyên DAIŞ ên di kampa holê de,operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê da destpêkirin
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hat gotin ku, di van demên dawî de hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de, herêm rastî gelek pêşketin û rûdanan hat. Van pêşketinan derfet da şaneyên DAIŞ’ê ku liv û tevgera xwe zêde bikin û kiryarên terorîstî pêk bînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku, li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAIŞ’ê yên ji bo revandina malbatan çêbûn. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin.
Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’ê tê de dijîn, rewşeke awarte nîşan dide. piştî ku piştgiriya navneteweyî ji kampê re qut bû, rewşeke bê îstiqrar çêkir û astengî û kêşeyên mirovî û ewlehî zêde kir.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ji bo teror negihêje armancên xwe, hêzên wan di dem û cihên cuda de li dijî şaneyên DAIŞ’ê bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.
Ji bo wê, li gor prensîbên xwe yên mirovî û leşkerî û di berdewamiya xebatên xwe yên li dijî terorê, wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Hol û derdora wê radigihînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Ev operasyon li ser esasê agahiyên rasterast ên ku ji aliyê hêzên wan ên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, derbarê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞ’ê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk tê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku ew Bi vê operasyonê careke din israr û pabendbûna xwe ya bi nirxên mirovî û berdewamiya hewldanên xwe yên ji bo jinavbirina jêderên terorê yên ku ewlehiya gelê me û cîhanê dixe metirsiyê dubare dikin.
