DESTEYA HUNDIRÎN YA CIZÎRÊ JI BO PARASTINA EWLEHIYA HERÊMÊ DEST BI KAMPANYAYEKÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Hundirîn ya kantona Cizîrê ji bo parastina ewlehiya herêmê, dest bi hemleyeke hişyarkirinê kiriye.

Di hemleyê de, çalakîyên mîna belavkirina proşoran, dayîna semîneran û hişyarkirina gel ji xeteriya mayînan tên lidarxistin.

Desteya Hundirîn ya kantona Cizîrê di bin diruşmeya ” Ewlehiya we bawerî ye, hevkariya we parastin e” dest bi pêngavekê kir û pêngav ev 10 ro jin didome.

Di van rojan de gelek çalakîyên mîna belavkirina proşoran, dayîna semîneran û hişyarkirina gel ji xeteriya mayînan, hatin li dar xistin.

Welatiyê bi navê Mihemed Xêr Elîka ku rastî van hişyariyan hat, ji Rojava Tv re diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya li herêmê, pêwîst e gel bi hêza hundirîn re alîkar bin.

Hevserokê desteya hundirîn ya kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed jî anî ziman ku armanca wan bi vê kampaniyayê re, xurtikirina baweriyê di navberan hêz û gel de ye.

Ev kampanî dê heta demek ne diyar li herêmê berdewam bike.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn hêvî kir ku gelê herêmê bi wan re alîkar bin û çi tiştekî ne guncav dîtin, bi riya numareyên germ bi hêzên hundirîn re têkiliyê bikin.

Share This Article