LI QAMIŞLO BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ ŞAHIYEK JI ZAROKÊN ŞEHÎDAN RE LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şahiyek ji zarokên Şehîdan re li dar xist.

Şahî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat organîzekirin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Zarok û hevjînên Şehîdan tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û rojbûna rêber Apo li tevahî gelan hate pîroz kirin.

Di dawiyê de stran hatin gotin û dîlan hate gerandin.

Share This Article