Bi boneya roja şano ya cîhanî ,Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê 2 şano pêşkêş kir.
Saziyên Rêveberiya xweser, desteya Çandê ya kantona Firatê û hejmarek ji şanogeran beşdar bûn.
Beriya pêşkêşkirina şanoyê axaftin hatin kirin, di axaftinan de roja şano ya cîhanî li hemû şanogeran hat pîrozkirin, her wiha şanoger Yekta Herekol û Bavê Teyar hatin bi bîranîn.
Hat gotin ku, bavê teyar sembola dîrokî ya şanoya kurdî bû.
Piştî axaftinan sînevîzyonek hat pêşandan û her du şano hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya bernameya çalakiyê de xelat li şanogeran hatin belavkirin .
