LI QAMIŞLO ŞEHÎDÊN MEHA SIBAT Û ADARÊ HATIN BIBÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê, 209 şehîdên ku di meha Sibat û Adarê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar ket, tê de hevjîn û zarokên şehîdan û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo amade bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin.

Axêveran şehîdên meha Sibatê û Adarê û tevahî şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anîn.

Her wiha soza pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan hat dayîn.

Merasîm bi xwandina nasnameyên şehîdan bi dawî bû.

Share This Article